Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Izmîrê 15 kes ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatibûn desteserkirin, kesek bi sûcê “propagandaya ji bo PKKyê” kesek jî bi sûcê “propagandaya ji bo DHK-Cyê” hat girtin.
Operasyonên ji bo desteserkirinê jî têne kirin. Li navçeyên Torbali, Bayindir û Menemenê Cendirme operasyonan dikin.
Wezareta Karên Navxweyî, bi daxuyanîyekê eşkere kir ku 474 kes ji ber parvekirinên li ser “Operasyona Çiqilê Zeytûnê” û 192 kes jî ji ber protestokirina wê operasyonê hatine desteserkirin.
Ji destpêka operasyona li ser Efrînê heta niho ya kêm 45 kes hatine girtin.(AS/MB)
Wêne: Gökhan Keskinci – Edene / DHA
Bixwîne - 474 kes ji ber parvekirinên li ser "Efrînê” yên li medyaya civakî hatine desteserkirin