Di teqîna li Kargeha Hesin û Polayê ya HABAŞê ya navçeya Aliagaya Îzmîrê de û di şewata ku pişt re derket de, herî kêm 17 karker mirin, 1 jê giran 12 karker jî birîndar bûn.
Waliyê Îzmîrê daxuyand ku li gorî daneyên destpêkê di dema rijandina polayê şil de vînca ku bi tavanê ve mixkirî ketiye ser ocaqê arkê û teqîn çêbûye. Kargehê jî daxuyaniyek da û got: "Di dema xebatên lênerînê yên plankirî de ku yek ji ocaqên arkê yên elektrîkê dihat kontrolkirin, qezayeke xemgîn qewimî."
#SONDAKİKA İzmir’in Aliağa ilçesinde bulunan bir demir çelik fabrikasında patlama meydana geldi. Patlamanın nedeni ve olayın detayları henüz netlik kazanmadı. https://t.co/pUzfJva2CQ
— İZMİR’İN NABZI (@izmirinnabzi) November 9, 2026
17 karker mirin
Walîtiya Îzmîrê di daxuyaniya xwe ya destpêkê de diyar kir ku teqîn di saet 12.00î de çêbûye, herî kêm sê kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne ku sê ji wan giran in. Walîtiyê her wiha da zanîn ku xebat ji bo rizgarkirina 10 kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dikin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya duyem de diyar kir ku kesekî ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneyê û du kesên din ên ku ji bin xirbeyan hatibûn derxistin jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara miriyan derketiye şeşan.
Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban jî dora saet 16.45an de daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara miriyan derketiye 10î û 15 birîndar jî li nexweşxaneyan in.
Elban diyar kir ku çar kes di bin xirbeyan de ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Tê gotin ku di vardiyaya normal de zêdetirî 300 xebatkarî li ser wê xetê hebûn, lê ji ber guhertina qazanê ya di dema lênerînê de dora 200 xebatkar hebûne. Di wê demê de hilberîn tine bû, lê piştî alav û malzemeyên ku li xeta gaza xwezayî ketin, bu sedema teqînê.
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna Kabîneyê di saet 19.00an de daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara miriyan derketiye 16î û 13 kes birîndar in ku 2 ji wan giran in.
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu jî di saet 22.14an de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand ku karkerekî din ê rewşa wî giran bû jiyana xwe ji dest daye. Bi vî rengî hejmara karkerên di teqînê de mirin derket 17î.
*Tesîsa hilberîna hesin û polayê ya HABAŞê ya li Aliagayê, li herêma pîşesaziyê ya Bozkoy-Çakmakliyê ye. Limana HABAŞê ya li peravê Korfeza Nemrutê jî li Çakmakliyê ye û bi qasî 7 kîlometreyî dûrî tesîsa hesin û polayê ye. Di qada hilberînê ya şîrketê ya li Aliagayê de, li gel polaxane û hesinxaneyan, tesîsên hilberîna gazê, borî-tûp û enerjiyê jî hene. (Nexşe: Google Maps)
Sendîkavanê berê Dogangul: " Ev teqîneke ku ji dûr ve diyar bû dê biqewime.”
Endamê Meclîsa Şaredariya Aliagayê yê Partiya NÛ û Serokê Berê yê Şaxa Petrol Îş a Aliagayê Îbrahîm Dogangul têkildarî teqînê ji bianetê re axivî û got: "Ev teqîneke ku ji dûr ve diyar bû dê biqewime.”
Dogangul da zanîn ku li gorî agahiyên ji karkeran girtiye, hêza vîncê têr nekiriye ku potaya pola û hesinê helandî têde hilbigire. Vînc û pota wergeriyaye û pişt re şewat derketiye û tûpên oksîjenê teqiyane.
Dogangulê ku piştî teqînê çûbû herêmê, got ku di kargehên hesin û polayê de her cûre bermahî tên hilberandin, ji ber vê yekê dibe ku maddeyên cûda di nav de hebin, her weha dibe ku di nav de cebilxaneyên leşlerî jî hebin. Lêbelê Dogangul diyar kir ku agahiyên destpêkê ên ku gihîştine ber destê wî destnîşan dikin ku sedema teqînê têkçûna vîncê ye.
Dogangul bi lêv kir ku qezayên xebatê di kargehên hesin û polayê de tên asayîkirin û wiha axivî:
"Di kargehên hesin û polayê de tê gotin ku 'lingê wî jêbû, laqê wî jêbû'. Em pir fêrî van bûne. Lêbelê ev teqîn giraniya rewşê li ber çavan radixîne. Ger di dema xwe de tedbîr hatibûna girtin, gelo dê ev rewş çêbibûya? Ji bo van cûre qezayên xebatê dibêjin 'qezaya nayê dîtin'. Na, ev teqîneke ku ji dûr ve diyar bû dê biqewime.”. Teqînên di kargehên hesin û polayê de ji dûr ve diyar e dê biqewime.” û dibin sedema mirina mirovan."
Dogangul her wiha fikarên xwe anî ziman ku dibe ku hejmara miriyan piştî teqînê zêde bibe.
Daxuyaniyên Işıkhan û Gurlek
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got: "Ji bo lêkolîna bûyera bi êş a qewimî, ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî ve sermifetîşek hatiye erkdarkirin. Weke Wezaret em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin."
Wezîrê Dadê Akın Gurlek jî da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Menemenê derbarê teqînê de lêpirsîn da destpêkirin û çar dozgerên komarê hatine erkdarkirin.
Gurlek got: "Dema ku dozgerên me yên komarê û heyeta pisporan li cihê bûyerê lêkolînan dikin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî didomin da ku em bigihîjin karkerên xwe yên di bin xirbeyan de."
Zexta hilberînê, tenduristî û ewlehiya karkeran a li HABAŞê
HABAŞ yek ji mezintirîn hilberînerên hesin û polayê yên Tirkiyeyê ye. Li gorî daneyên sazûmanî yên rojane yên şîrketê, polaxaneya li tesîsa Aliagayê xwediyê kapasîteya hilberîna 4,5 milyon ton polayê şil a salane ye. Şîrket her wiha di warên gazên pîşesazî û bijîşkî, enerjî, makîneyên giran, LPG û gaza xwezayî de jî xebatan dike.
Li gorî nûçeyên Evrenselê yên ku di demên ciyawaz de derbarê HABAŞê de hatine weşandin, zexta hilberînê ya giran, kêmbûna hejmara karkeran, demên xebatê yên dirêj, lênêrînên ku hatine paşxistin û kêmasiyên ewlehiya xebatê, pirsgirêkên herî berbiçav in. Karkeran anîne ziman ku bi vardiyayên ku digihîjin 12 saetan, demên bêhndanê yên kurt û alavên kevn dixwazin em hiberînê zêdetir bikin. Ev jî şert û mercên xebatê giranir dikin.
Di serdemên ku şîrketê rekorên hilberînê û îxracatê şikandine de, karkeran anîne ziman ku ev yek bi xebata zêde, taşeronîkirin û bi kêmasiyên tedbîrên ewlehiyê hatiye bidestxistin. Li gorî gotinên karkeran, piştî mirin û birîndariyên giran jî li hin beşan hilberîn di demekî kurt de dîsa dest pê kiriye.
Di nûçeyên derbarê kargehên hesin û polayê yên li Aliagayê de ku HABAŞ jî di nav de ye, bi karkerên kêm hilberîna zêde, lênêrîn û mudaxeleyên ku di dema xebitandina makîneyan de tên kirin, kêmbûna hejmara karkerên pispor û îtiraznekirina li dijî karên xeternak wekî pirsgirêkên hevpar hatine rêzkirin.
(EMK/AY)
