Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Îzmîrê di hefteyekê de êrîşî sê jinên trans kirine. 20ê Çiriya Paşiyê, di saetên êvarê de li Alsancakê êrîşî du jinên trans kirine. Di dema êrîşê de jin bi giranî birîndar bûne.
Hefteya derbasbûyî, 27ê Çiriya Paşiyê, roja Şemiyê li ber gara Basmaneyê, êrîşî jina trans a bi navê Berrak kirine. Berrak, di encama vê êrîşê de can daye.
Li gorî nûçeya Kaos GLyê, Komeleya LGBTI+yên Ciwan hevdîtin bi wan jinan re kiriye ku êrîş li wan bûne. Komeleyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew ê pêvajoyê bişopînin.
“Ji bo Berrakê em gelekî xemgin û bihêrs in”
Beşek ji daxuyaniyê niha ye:
“Em xemgin, bihêrs in û ditirsin…
“Ji hefteya borî heta niha li Îzmîrê, herî hindik sê êrîşên nefretkirinê li jinên karkeriya seksê dikin, bûne.
“Ji bo mirina Berrakê em gelekî xemgîn û bihêrs in… Bila serê xizmên wê û me sax be.
“Ji bo êrîşkar werin girtin, em dixwazin lêpirsîneke bibandor demildest destpê bike û ji bo vê kuştina bi sedama nefretkirinê hatiye kirin, cezayê herî giran bidine faîlan.
"Di van êrîşan de jineke trans hatiye kuştin û 3 jinên trans bi giranî birîndar bûne. Ev êrîş li dijî kesên bûne şahid û hemû komê pêk hatiye. Divê ev êrîşên nefretkirinê yên transfobîk di demeke kurt de werin ronîkirin ku bê ka ti têkilî di navbera wan de heye yan na, faîlên wan di demeke kurt de werin dîtin û ji ber kuştin û sûcên kirine, cezayê herî giran li wan bibirin." (EMK/FD)