Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê duh li Qada Cumhuriyetê li dijî zextên ser çapemeniyê, girtina siyasetmedarên bijartî, tayînkirina qayûman û jikaravêtinan çalakî lidar xist.
_510.jpg)
Di çalakiyê de dovîzên weke “Bêdeng nemîne, wê dor were te jî”, Zextên li ser çapemeniyê bila bi dawî bibin”, “Li dijî hemû derbekirinan berxwedana demokratîk”, “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” û “Hûn nikarin dest daynin ser îradeya gel” daliqandin. Kesên ku tevli çalakiyê bûn rojnameyên Azadiya Welat, Evrensel û Cumhuriyetê jî destê xwe de gerandin.
Yalçin: Armanca wan ew e ku “partî-dewlet” ava bikin
.jpg)
Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr ya TMMOBê Melih Yalçin li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê daxuyaniya çapemeniyê xwend:
“Hukimetê bi KHKan bi hezaran karmend û kedkarên KESKî ji kar avêtine ku ti têkiliyan bi cemaetê re nîn e. Bi vî awayî careke din mebesta xwe bi vî rengî eşkere kirine.
“Armanca hukimetê ew e ku hemû welatiyên ku AKPî nîn in ji wezîfeyên dewletê dûr bixin û bi vî awayî sîstema “partî-dewletê” ava bikin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî hatin girtin. Îktîdar hewl dide ku şaredariya ku di hilbijartinê de nekaribûye hilde, bi awayî bi dest bixe.”
“Em ê mil bi mil ligel hev bin”
.jpg)
“Em weke hêzên ked û demokrasiyê careke din li vir jî tînin ziman ku, em li hemberî OHAL, zext û zordariyan, sîstema seroktiyê serî natewînin. Em ê di nav hevgiriyeke mezin de mil bi mil ligel hev bin.”
(GI/HK/YO)
_510.jpg)
