Li Îzmîrê bi çekan êrişî qereqolê kirin: Du polîs mirin
Diyar bû ku êrişkar zarokek 16 salî ye.
Di êrîşeke çekdarî ya li dijî qereqoleke polîsan a li navçeya Balçovaya Îzmîrê de, du polîs mirin û yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, gumanbarekî bi tifingê gule li Qereqola Polîsan a Salih Îşgorenê reşandiye.
Di êrîşê de du polîs mirin û yek jî birîndar bû.
Polîsê birîndar birine Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê.
Li gorî agahiyan, êrîşkar hatiye desteserkirin, zarokek 16 salî ye.
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyanî daye û destnîşan kiriye ku lêpirsîn hatiye dest pê kirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.