Li navçeya Selçûk a Îzmîrê di malekê de şewat derket û di encamê de 5 zaron mirin.
Li Taxa Cumhuriyeta navçeya Selçûkê welatî dema dibînin malek dişewite, Rewşa Lezgîn a 112an agahdar dikin.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û agirkujiyê çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku di wê kêliya şewatê de dayika zarokan ji bo xurdeyên ku kom kirine li derveyî mal bûye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê ji 5 xwîşk û birayên ku di heman odeyê de bûn û ji dûkelê bi bandor bûne jê 3 kes li cihê bûyerê mirin. 2 jî bi ambûlansê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Selçûkê û her weha tevî hemû mudaxeleyan nehatin xilaskirin.
Hate hînbûn ku kesên mirine Fadîme Nefes (5), Funda Perî (4), Aslan Miraç (3), Masal Işik (2) û Aras Bulut Akcan (1) ne.
Dayika zarokan Melîsa Sînem Akcan (27) a ku piştî bûyerê hat nexweşxaneyê û rewşê wê xirap bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo dayika zarokan Akcanê biryara desteserkirinê hat dayîn.
Hat diyarkirin ku Akcan dê îşev li nexweşxaneyê derman bibe û piştî dermankirinê dê bibin emniyetê.
Hat diyarkirin ku bavê zarokan di girtîgehê de ye û di dema şewatê de zarok bi tena serê xwe li malê bûn.
Qeymeqamê Selçûkê Oguz Alp Çaglar jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Selçûkê ji rayedaran agahî girt.
Piştî karên li nexweşxaneyê cenazeyên zarokan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.
Her weha tê gotin ku şewat ji ber sobeya ceyranê derketiye.
(EMK/AY)