Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî ku çend roj berê li Enqere û Îzmîrê belavokên homofobîk hatine belavkirin, duh jî li Osmaniyeyê belavokên bi heman rengî hatine belavkirin.
Li gorî nûçeya Yildiz Tara ji KaosGLyê, belavokên ku li ser wan “Xetereya homoseksueliyê” hatine nivîsîn, li Osmaniyeyê xistine qutîkên nameyan û li ser rêyan hatine belavkirin.
Li ser belavokan gotinên weke “homoseksuelî istismara zarokan bi xwe re tîne” hatiye nivîsandin. Dîsa fotografên Neil Patrick Harrîs lîstikvanê DYAyî û yên hevjîn û zarokên wî hatine bicîkirin.
Eray Denîz ku li Osmaniyeyê dijî ji KaosGLyê re gotiye, “Ev belavok ji bo me gelekî bi xeter in. Homofobiyê gur dike. Ez bi endîşe me ku li kolanê bimeşim. Ev biçûkxistin e. Qet nayê qebûlkirin. Em ê mijarê bişopînin” û gotiye ku li Îskenderûn, Edene û Antakyayê jî belavokên mîna wê hatine belavkirin.
Li Enqere û Îzmîrê jî hatine belavkirin
Rojên derbasbûyî li navçeya Alsancaka Îzmîrê belavokên ku li ser wan “Homoseksuelî mekrûhî ye û dibe ku bi îqnakirinê dest jê bê berdan” li Kordonê hatine bevkirin.
Li Esata Enqereyê jî belavokên ki li ser wan “Na, ji hevzayendîtiyê û saziyên hevzayendîtiyê re” li kolanan belav kirine û xistine qutîkên nameyan. (ÇT/FD)