Li gorî nûçeya KAN, televîzyona dewletê ya Îsraîlê, xizmên dîlgirtiyên Îsraîlî bi daxwaza ku bi komên Filistînî yên li Xeta Xezeyê ne re peymana pevguhertina dîlgirtiyan were çêkirin, li Tel Avîvê rêya Namîrê û du şeqam girtin. Her weha di xwepêşandanên li Tel Avîvê de meşale hatin pêxistin.
"Hikûmetê dev ji wan berda"
Malbatên dîlgirtiyan di parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî de banga tevlîbûna xwepêşandanan kirin û gotin, “Hikûmetê dev ji wan berda. Ew daketin kolanan, lê gumana ku welatiyên Îsraîlê dev ji wan berdin nîne. Tiştek ji vegera kesên revandî bo malên xwe girîngtir û lezgîntir nîne. “Tenê têkoşîneke giştî ya xurt û berfireh dikare wan vegerîne.
Malbatan destnîşan kirin ku dê xwepêşandan berdewam bikin.
Dîlgirtiyên Îsraîlî yên li Xezeyê
Di Operasyona Tofana Eqsayê ya ku di 7ê Cotmeha 2023an de ji aliyê komên Filistînî yên bi pêşengiya baskê çekdar ê Hamasê Tugayên Îzzeddîn el-Qassam ve li dijî Îsraîlê hatibû destpêkirin de 251 Îsraîlî dîl hatibûn girtin.
Di çarçoveya peymana 'pevguhertina dîlgirtiyan' ya di navbera Îsraîl û Hamasê de 105 dîlgirtî ku piraniya wan jin, zarok û karkerên biyanî ne, serbest bûbûn. Di operasyonên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê de 12 dîlgirtiyên din jî rizgar bûn, herî kêm 70 dîlgirtî mirin. Her weha tê gotin ku 64 dîlgirtî hîn sax in.