Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îsraîlê di dema pîrozbahiyên Cejna Lag BaOmerê de li Çiyayê Meronê yê nêzî bajarê Safedê, îzdîham di nava beşdaran de çêbûye. Di encama wê de 44 kes mirine û 150 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan bûyer bi şev pêk hatiye û sedema îzdîhamê nayê zanîn.
Li ser zanyariya bûyerê 6 helîkoptêrên ambulans û gelek ekîbên tenduristiyê çûne wir.
Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û bûyek weke "bobelateke giran" binav kiriye.
Di nûçeya rojnameya Jerusalem Postê da hatiye gotin ku ji ber îzdihamê 44 kes mirine û 44 jê giran 150 kes jî birîndar bûne.
Her weha li herêmê nexweşxaneyeke demkî jî damezrandine. Polîsên îsraîlî dest bi lêpirsîna bûyerê kiriye. (PT/FD)