Duh (28ê Kanûna Pêşiyê) danê êvarê li navçeya Yalvaç a Ispartayê 130 xwendekarên ku li wargeha keç û kuran ya serbi Saziya Wargeh û Krediyê (KYK) ya Ispartayê dimîne bi jehrê ketin.
Xwendekaran bi gumana jehrîbûna ji ber xwarinê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalvaçê dan. Hat ragihandin ku 11 xwendekarên ku dermankirina wan bi dawî bûye ji nexweşxaneyê derketine û dermankirina xwendekarên din jî didome û rewşa wan baş e.
Bûyerên jehrîbûnê zêde dibin
Di 11ê Çiriya Paşiyê de 117 xwendekarên ku li Wargeha Keçan a KYKyê ya Bedîuzzeman Saîd Nursî ya Ispartayê diman ji ber şîva ku xwaribûn bi jehrê ketibûn û piştre biribûn nexweşxaneyê.
Xwendekarên ku di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Suleyman Demîrel, Nexweşxaneya Bajêr a Isparta û Nexweşxaneya Dewletê ya Yunus Emreyê de dihatin dermankirin, baş bûn.
Di 24ê Kanûna Pêşiyê de jî li navçeya Kagizman a Qersê 80 xwendekar bi gumana ji ber xwarinê bi jehrê ketine li nexweşxaneyê dihatin dermankirin.
(RT/AY)