Li İsparta Keçîborlûyê helîkoptereke leşkerî ya bi tîpa UH-1 ket xwarê û 6 leşker mirin.
Waliyê Ispartayê Abdullah Erîn diyar kir ku qeza di dema firîna perwerdeyê de pêk hatiye. Erîn, diyar kir ku li Keçîborluyê Dibistana Hewayî ya Leşkerî heye û qeza di encama li hev ketina du helîkopteran de pêk hatiye.
Helîkoptera din a leşkerî bê pirsgirêk li nêzî cihê bûyerê danî.
Navê leşkerên di qezayê de mirine wiha ne:
Tûggeneral Îsa Baydilli (52), Efser Huseyîn Îpek (26), Serbaz Mustafa Atakan Dut (24), Serbaz Tunahan Dağlı (24), Serbaz Ceyhun Kalyoncu (25) û Efser Taha Nergis (24).
(RT/HA/AY)