Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mariano Rajoy Serokwezîrê Îspanyayê nekarîbû li parlamentoyê dengê pêbaweriyê bi dest bixe.
Parlamentoya Îspanyayê ya ji 350 kesan pêk tê, îro ji bo hikûmeta ku ji hêla Partiya Gel hatiye avakirin civîna dengê pêbaweriyê pêkanî. Hin endamên Partiya Gel ji ber gendeliyê ceza xwaribûn û ev jî bûbû sedema çêkirina vê civînê.
Di dema dengdanê de 180 parlamenteran dengên qebûlkirinê bi kar anî û 169 parlamenteran jî dengên neqebûlkirinê. Di encamê de hikûmeta Rajoyî hilweşiya.
Çavlirêye ku Pedro Sancehez roja duşemê erka avakirina Serokwezîrtiyê bistîne û hefteya pêş lijneya xwe aşkere bike.
Li Îspanyayê ji bo hilweşandina hikûmetê, ji 350 parlamenteran divê 176 parlamenter dengên neyênî bidin.
Partiya Sosyalîstan pêşniyazname pêşkêş kiribû
Piştî hin endamên partiya desthilatdar li Îspanyayê ji ber gendeliyê ceza xwaribûn, Partiya Karkerên Sosyalîst a li muxalefetê derbarê hikûmeta Mariano Rajoyî de daxwaza dengdana pêbaweriyê kiribû.
Partiya Karkerên Sosyalîst ev daxwaz pêşkêşî Meclîsa Nûneran kiribû ku baskê jêr ê Parlamentoya Îspanyayê ye.
Sanchezê ku daxwaza dengdanê kiribû wê bibe Serokwezîr
Rajoyî pêşniyazname bi tundî rexne kiribû û hefteya borî gotibû ku Serokê muxalefetê Pedro Sanchez dixwaze bi çi rengî be bila bibe hêzê bi dest bixe û pêşniyazname wê derbeyê li başkirina ekonomî û aramiya Îspanyayê bixe.
Pedro Sanchez Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst ê ku ji bo hilweşîna hikûmetê pêşniyazname pêşkêş kiribû, wê bibe serokwezîrê nû. (PT/FD)