Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ÎSMEKê ku serbi Şaredariya Mezin a Stenbolê ye serlêdanên dersên kurdî destpêkiriye.
Kursên ku wê di asta A-1 û A-2ê de bi zaravayê kurmanciya kurdî bên dayîn, wê di nava hefteyê û dawiya hefteyê de rû bi rû pêk were.
Dersên li navendên ÎSMEKê yên weke Avcilar Gumuşpala, Esenyûrt, Dibistana Ziman ya Şîşlî Mecîdiyekoy, Yildiztepeya Bagcilarê û Rasîmpaşaya Kadikoyê di 6ê Çiriya Pêşiyê de dest pê dike, perwerde dê 120 saet bin û wê nêzî sê mehan bidome. Di dawiya sê mehan de dê ezmûn werin kirin û dê belgeya serkeftinê ya ISMEKê bidin xwendekarên serkeftî.
Kotaya kursên bi zaravayê Kurmancî weke 121 kes di asta A-1ê û 139 jî di asta A-2ê de hatiye diyarkirin.
Sala borî kursên kurdî gelek bal kişandin e, ji bo kontenjana 155 kesî, 481 kesî serlêdan kirin û polên zêde hatin vekirin. Hatiye diyarkirin ku ger Îsal jî serlêdan zêdebin wê polên nû were vekirin.
Ji bo serlêdana kursên kurdî BITIKÎNE
(DŞ/AY)