Meclisa Bilind a Darazê li Iraqê aşkere kiriye ku xwenîşandêrên di dema xwepêşandinan de hatine desteserkirin serbest bûne.
Li gor daxuyaniya navenda çapemeniyê ya Meclisê, di dema desteserkirinan de 2 hezar û 626 kesên desteserkirî hatine berdan.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku heyeteke girêdayî meclisê dosyeya xwepêşandêran dişopîne û lêpirsîna 181 kesên ku tên sûcdarkirin berdewam dike.
Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe û Payebilind di 4ê Kanûna Pêşiyê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Iraqê ji 1ê Çiriya Pêşiyê û bi şûn de di dema protestoyên bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên civakî de herî kêm 460 kes hatine kuştin, 19 hezar kes birîndar bûne.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandinên dijî hikûmetê mecbûr mabû û di 29ê mijdarê da îstifa kiribû.
Meclisê ji bo namzetiya serokwezîriyê şertên xwe pêşkêş kiriye
Di vê navberê de piştî Adil Ebdulmehdiyî dest ji wezîfeya xwe berda, Meclisa Iraqê ji Serokomar Berhem Salihî re lîsteyek pêşkêş kir. Di vê lîsteyê de şertên namzetiya serokwezîriyê hatine rêzkirin.
Parlamenterê Asûrî yê Mesîhî Yonadam Kanna ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) re axiviye û gotiye ku lîsteya şertan, bi îmzeya 120 parlamenteran ji Serokomar Salihî re hatiye pêşkêşkirin.
Kanna diyar kiriye ku di nav şertan de daxwazên xwepêşandêran di serî da cih digrin û gotiye, di nav şertên herî girîng de divê serokwezîrê nû ne endam û alîgirê partiyeyê be û cotwelatîbûna wî tunebe.
Kanna destnîşan kiriye ku, li şûna Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê yê ku îstifa kiriye, hê tu kes nehatiye pêşniyazkirin. (FD)
Fotograf: AA