Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Iraqê duh di encama êrîşên hevedemî de ya kêm 75 kes mirin. DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe, 90 kes birîndar bûn.
DAIŞê berpirsiyariya xwe ya êrîşên li nêzîkî bajarê Nasiriyê pêk hatiye aşkere kir. Pêşiyê gule bera restorantekê hat kirin û paşiyê li heman herêmê li xaleke ewlekariyê wesayiteke bombebarkirî hat teqandin.
Herêm li ser rêya heciyên Şiiyan e. Hêzên ewlekariyê diyar kirin ku êrîşkaran unîformayên Şiiyan ên li hemberî DAIŞê şer dikin li xwe kirine.
Ajansa Nûçeyan a Amaqê ku ya DAIŞê ye, aşkere kir ku DAIŞê berpirsiyariya xwe ya çalakiyan ragihandiye.
Nasiriye 320 kîlometreyî dûrî Bexdayê ye. (ÇT/FD)