Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Iraqê hejmara miriyên di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de gihiştiye 100î ku ku xwepêşandan ji roja înê ve berdewam in.
Komîsertiya Mafên Mirovan ya girêdayî Meclisa Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û tê de destnîşan kiriye ku di dema xwepêşandanên li paytext Bexdayê û bajarên naverast û başûrê welêt de, hejmara kesên mirine gihişt 100î.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji xwenîşander û hêzên ewlehiyê 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kirin, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt belav bûn. (TP/FD)
Fotograf: AA