Hatiye diyarkirin ku li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê di 2 rojên dawîn da 6 xwepêşandêr hatine kuştin.
Endamê Komîseriya Mafên Mirovan ya Serbixwe ya Iraqê Elî Beyatli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di 48 saetên dawîn da ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê 6 xwepêşandêr hatin kuştin.
Beyatli diyar kir li Bexdayê 4 xwepêşandêr û li Kerbela û Besrayê jî xwepêşandêrek hatin kuştin û got ku tevî hêzên ewlehiyê gelek kes jî birîndar bûne.
Li Iraqê ji 1ê Cotmeha 2019an vir va ji ber gendelî, kêmasiya binesaziyê, bêkarî û midaxeleya karên navwelatî dijî hikûmetê çalakî tên kirin.
Çalakiyên li Iraqê
Li Iraqê ji bo bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê protesto bikin di 1ê Çiriya Pêşiyê de çalakî dest pê kiribûn. Heta niha di çalakiyan de ji 300î zêdetir kes hatine kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne.
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê
Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê dest ji wezîfeya xwe berdaye29 Çiriya Paşiyê 2019
Li gorî zanyariya rayedarekî Navenda Tipa Edlî li Necefa Iraqê di dema xwenîşandanan de 18 kes ...
NY: Di xwenîşandanên Iraqê de 254 kes mirine06 Çiriya Paşiyê 2019
Li gorî rapora ku NYyê ji bo “Xwepêşandanên li Iraqê yên navebra 25ê Çiriya Pêşiyê - ...
Di xwenîşandanên li Iraqê de 74 kes mirine28 Çiriya Pêşiyê 2019
Li Iraqê di 3 rojan da hejmara kesên di xwepêşandanên dijî hikûmetê da mirin bûye 74. ...
Nêçîrvan Barzanî: Têkdana asayîşê rewşê xirabtir dike04 Çiriya Pêşiyê 2019
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanîyî li ser bûyera xwenîşandanên li bajarên Iraqê daxuyanîyeka nivîskî daye. ...