Li Kerbelayê di dema xwenîşandanan de hêzên ewlehiyê midaxele li xwenîşanderan kiriye. Di encamê de 18 kes mirine, ji 800î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Elî Beyatlî, endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Payebilind a Iraqê daxuyaniya nivîskî daye û wiha gotiye: "Li Kerbelayê ji aktivîst û aliyên ku girêdayî hikûmetê nînin agahî hatin ber destê me û li gor van agahiyan êvara duşemê di xwepêşandanan da 18 kes mirin, ji 800î zêdetir kes jî birîndar bûn."
Hêzên ewlehiyê duh li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran kiribû. Hin dîmenên ku hêzên Iraqê li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran dikin jî li ser medyaya civakî hatibû weşandin.
Waliyê Kerbelayê Nuseyf Tureyhî jî bi fermandarên eskerî yên li Kerbelayê re civîna çapemeniyê kiribû û îdia kiribû ku li bajêr ji xwepêşandêran kes nemiriye.
Jimara miriyan derketiye 92yan
Li gor daneyên Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Payebilind a Iraqê, li Bexda û bajarên naverast û başûr ji 25ê Çiriya Pêşiyê û vir de jimara kesên ku di xwepêşandanan de mirine derketiye 92yan.
Li Iraqê li hin herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku di 1ê Çiriya Pêşiyê de dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûnê, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirine. (FD)
Fotograf: AA