Fotograf: AA
Li Îranê vîrusa Koronaya Nû (Kovid-19) li 4 parlamenterên din peyda bûye. Muhammed Alî Wekîlî, Endamê Heyeta Serokatiyê ya Parlamentoya Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku piştî vîrus li 2 parlamenteran peyda bûye, testên vîrusê ji bo 30 parlamenterên li Parlamentoyê kirine.
Di encama testan de heta niha testên 4 parlamenteran pozîtîv derketine ku navên wan nehatine aşkerekirin.
26 kes mirine
Kiyanûş Cîhanpûr, Berdevkê Têkiliyên Bi Gel re yê Wezareta Tenduristiyê yê Îranê, duh aşkere kiribû ku 26 kes li Îranê ji ber Kovid-19ê mirine. Kesên ku vîrus li wan peyda bûye 245 kes in. Di nava van kesan de Alîkarî Wezîrê Tenduristiyê Îreç Herîrçî, Parlamenterê Tehranê Mahmûd Sadikî, Serokê Komisyona Polîtîkayên Karûbarên Derve û Ewlekariya Netewî ya Parlamentoyê Mucteba Zunnûr û herî dawî jî Alîkara Serokomarê Îranê Masuma İbtikar heye.
Li Cîhanê heta niha 2 hezar û 800 kes mirine
Li cîhanê heta niha 2 hezar û 800 kes mirine. Li Çînê 2 hezar û 788 kes, li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê 2, li Îranê 26, li Îtalyayê 15, li Koreya Başûr 13, li Japonyayê 8, li Fransayê 2, li Taywan û Filipînan her yek jê yek kes mirine.
Li seranserê Çînê heta niha vîrus li 78 hezar û 824 kesan, li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê li 93 kesan, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî li 10 kesan nexweşî peyda bûye.
Li Ewropayê jî belav bûye
Vîrusa koronaya nû bi navê Covid-19 li welatên Ewropayê jî belav bûye.
Covid-19 ji welatên Ewropî heta niha herî zêde Îtalyayê hatiye dîtin û li wî welatî 14 kes kuştine û li 447 kesan peyda bûye.
Ew vîrus li Almanyayê li 21 kesan peyda bûye, lê li wir hîn ti kes ji ber wê jîyana xwe ji dest nedaye. Li Fransayê jî heta niha 2 kes bi vîrusa koronayê jîyana xwe ji dest dane.
Deriyê Herêma Kurdistanê û Rojavayê hatiye girtin
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi mebesta berengarbûna vîrusa Koronayê biryar da deriyê sînorî yê Sêmalka girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojayê Kurdistanê hatiye belavkirin, deriyê sînorî yê Sêmalka ji roja 3ê Adarê ve heta demeke nediyar tê girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ev biryar bi mebesta berengarbûna vîrusa Koronayê hatiye girtin û hatiye gotin ku heta ew vîrus tê kontrolkirin, biryara girtina deriyê sînorî derbasdar e.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser jî berî niha ji bo rêlibergirtina vîrusa Koronayê hejmareke biryaran girtibûn û tedbîr tundtir kiribûn.
Heta niha çi haletên tûşbûna bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nehatine tomarkirin.
Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî heta niha ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin.
Li Iraqê heta niha 6 bi vîrusa Koronayê ketine, lêbelê li parêzgehên Herêma Kurdistanê heta niha ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin. Herwiha tedbîrên pêwîstî jî ji bo berengarbûna vîrusa Koronayê ji aliyê berpirsan ve hatine girtin.
Li hemû cîhanê ev hejmar heta niha 83 hezar e:
"Çîn 78 hezar û 824, Koreya Başûr 2 hezar û 22, Makau 10, Japonya 918, Hong Kong 93, Tayvan 34, Îtalya 655, Îran 254, Sîngapûr 96, DYA 60, Kuveyt 43, Tayland 40, Fransa 38, Bahreyn 33, Avustralya 23, Malezya 23, Almanya 21, Mirnişînên Erebî 19, Îspanya 17, Vietnam 16, Ingiltere 15, Kanada 14, Swêd 7, Iraq 6, Umman 6, Rûsya 5, Swîsre 5, Hindistan 3, Filipin 3, Xirvatistan 3, Yewnanistan 3, İsrail 3, Lubnan 3, Avusturya 2, Pakistan 2, Finlandiya 2, San Marino 1, Cezayir 1, Nepal 1, Sri Lanka 1, Kamboçya 1, Belçika 1, Mısır 1, Afganistan 1, Brezilya 1, Gurcistan 1, Makedonyaya Bakur 1, Estonya 1, Hollanda 1, Romanya 1, Norwêc 1, Danimarka 1, Zelandaya Nû 1, Litvanya 1, Belarus 1, Nijerya 1."
* Çavkanî: AA, Rûdaw, dengêamerîka