Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rayedarên dadweriya Îranê aşkere kiriye ku di encama şewata duh li Girtîgeha Êvîna Tehranê de derketiye 8 kes mirine.
"Polîsên exlaqperest" li Îranê, bi sedema ku şerpeya xwe ne li gorî qanûnan girê daye, Jîna Mahsa Amînî desteser kirin. Rewşa Amîniyê li qereqolê nebaş bû û wê di 16ê Îlonê can da. Piştî vê bûyerê, li seranserê Îranê xwenîşandan dest pê kirin û heta niha jî li tevahiya bajarên mezin yên wî welatî dewam dikin.
Dadweriya Îranê: “Li Girtîgeha Êvînê yên mirine hemû diz in"
Li gorî nûçeya Reûtersê, rayedaran diyar kiriye ku "piştî gengeşiya di navbera çend girtiyên ku ji sûcên darayî û diziyê hukum xwarine", agir bi kargeha girtîgehê ketiye.
Medyaya fermî ya Îranê duh ragihandibû ku 4 kesên yekem ji ber dûmana zêde mirine û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne ku rewşa 4 ji wan giran e.
Parêzerê navdar ê Îranî Saîd Dakkan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kiriye ku 19 parêzerên ku parastina kesên di xwepêşandanên dawî de hatine girtin dikir jî girtin e.
Rojnameya Wall Street Journal nûçeyek belav kiriye û tê de tiştên ku li girtîgehê qewimîne hene.
Her weha behsa serhatiyên wan çalakvanan kiriye ku di nav wan de çalakvana mafên mirovan Atna Daîmî jî heye ku 8 meh berê li Tehranê ji girtîgeha Êvînê derketibû. 7 sal di wê girtîgehê de mabû.
Xwepêşandan li gelek bajaran berdewam dikin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, jinan roja Yekşemê careke din li Peymangeha Teknîkî û Pîşeyî ya Şerîetî ya Tehranê xwepêşandan kirine û dirûşmên “Em hemû Mehsa ne” bilind kirine.
Duh danê sibê li Yezd û gelek bajarên din xwepêşandan ji nû ve dest pê kirin.
Hesabê Twitterê @1500tasvir_en vîdyoyek belav kiriye ku tê de xuya dike ku xelk agir berdidin kolanan û daxwaza mirina rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî dikin.
Îranê hêza paramîlîter a xwebexş Besîc wezîfedar kiriye da ku pêşengiya hewldanên tepeserkirina serhildana gel bike, lê Besîc nekarî rê li xwepêşanan bigire.
Li gorî agahiyên Şarku'l Avsatê, pasdarên ku mudaxeleyî xwepêşandanan nekiriye, roja Duşemê dest bi tetbîqata leşkerî kirine.(AEK/AY)