Fotograf: Fatemeh Bahrami / AA
Heta niha hijmara welatên ku li ber Vîrûsa Koronaya nû (Kovid-19) ketiye, gîhîştîye 60an.
Li gor daneyen li ber dest heta niha 87.000 kes li seranserî cîhanê nexweş ketine û nêzîkî 3.000 kes mirine.
Îran
Li Îranê Endamê Konseya Teşxîsa Meslehata Pergalê Mihemed Mîrmihemedî (72) ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd 19) miriye.
Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê Mîrmihemediyê li Nexweşxaneya Mesîh Danîşveriyê ya Tehranê ji ber şewba vîrusa koronayê dihate dermankirin, miriye.
Mîrmihemedî di heyama 6 û 7an da bûbû parlamenterê bajarê Qumê, di sala 2018an da wek endamê Konseya Teşxîsa Meslehata Pergalê hatibû wezîfedarkirin.
Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiya Îranê duh destnîşan kiribû li welêt ji ber vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) 11 kesên din jî mirine û di 385 kesên nû da ev nexweşî hatiye tespîtkirin.
Cîhanpur di daxuyaniya çapemeniyê da diyar kiribû hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derketiye 54an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derketiye 978an.
Li Îranê Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derva û Ewlekariya Neteweyî ya Meclisa Îranê Mucteba Zunnûr jî di nav da 5 parlamenter, Alîkara Serokomar Mesûme Îbtîkar, Îreç Herîrciyê Alîkarê Wezîrê Tebduristiyê, Rektorê Zanîngeha Tibbê ya Qumê Mihemed Riza Qadir bi Kovîd-19ê ketin.
Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê, yekemîn haletên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li bajarê Silêmaniyê hatiye tomarkirin. Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, 4 kes li Silêmaniyê li ber vê Vîrûsê ketine. Ev kesana ji Îranê vegerîyane Herêma Kurdistanê. Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye û gotiye; “Piştî encamdana pişkinînên Vîrûsa Koronayê ji bo çend kesan, ji wan yên 4 kesan pozitîv derketiye. Di 24 demjimêrên borî da pişkinîn ji bo 24 kesên gumanlêkirî hatiye encamdan û di nava wan de 4 hemwelatî li bajarê Silêmaniyê encamên pişkinînên wan pozetîv derketiye û diyar bûye ku ew kes hilgirê Vîrûsa Koronaya nû (KOVID-19) ne.”
Herweha di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, 3 kesên li ber vîrûsê ketine ji malbatekê ne û yek jî ji wan jin e, ku wan kesan pêştir serdana Îranê kirine.
Çîn
Li Çînê hijmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) mirine gîhîştiye 2 hezar û 914an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da li Hûbeya eyaleta ku navenda şewbê ye 42 kes mirine û di 202 kesan da jî vîrûs hatiye tespîtkirin ji wan 196 kes xelkên Hûbeyê ne.
Li gor zanyariyên dawîn heta niha 2 hezar û 914 kes mirine û 80 hezar û 26 kes jî li ber vîrûsê ketiye.
Hijmara ku kesên şik û guman li ser hene 715, kesên ku di bin çavdêriyê da ne 46 hezar û 219 û ciwanên ku li ber vîrûsê ketine û şandinin malen wan gîhîştiye 44 hezar û 462 kesan.
Îsraîl
Wezareta Tenduristiya Îsraîlê ragihand ku li welêt hejmara weqayên cureya nû ya Vîrusa Koronaya (Kovîd-19) derketiye 10an.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hatiye destnîşankirin û di 3 kesên ku nasnameyên wan nehatiye eşkere kirin da jî Kovîd-19 hatiye tesbîtkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji du kesên ku di wan da Kovîd-19 hatiye tesbîtkirin da ji heman malbatê ne û çendek berê ji Îtalyayê vegeriyane.
Îsraîlê ji ber tirsa Kovîd-19ê, hemû rêyên esmanî û yên din ji bo welatîyên Çîn, Îtalya, Japonya, Koreya Başûr, Tayland û Singapurê girtî bû.
Koreya Başûr
Navenda Kontrolkirin û Rêgirtina li Nexweşiyan ya Koreyê, ragihandiye ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 476 kesên din li welatê wan bi Vîrûsa Koronayê ketine.
Li gor axaftina berpirsên Koreya Başûr, li wî welatî hejmara kesên bi Vîrûsa Koronayê ketine gihiştiye 4212 kesan. Herweha heta niha 22 kes mirine û rewşa 9 kesan jî xirab e.
Li gor zanyariyan Koreya Başûr li piştî Çînê duyem welate kul i ber Vîrûsa Koronayê ketiye.
Tayland
Li gor zanyarîyan li Taylandê heta niha 42 haletên Vîrûsa Koronayê hatîye tomakirin. Li Taylandê ji ber cureya Vîrûsa Koronaya nû (Kovid-19) heta niha kesek mirî ye.
Li gor nûçeya Bangkok Postê, rayedaran wî welatî ragihandîye ku nexweşekî temenê wî 35e, ji ber Vîrûsa Koronayê mirî ye.
Rêvebirê Giştî yê Navenda Kontrola Nexweşiyan Suwannachai Wattanayingcharoenchai ragihandîye ku nexweşekî zilam ê û temenê wî 35 sale ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê mirî ye.
Welatên din
Heta niha hijmara welatên ku li ber Vîrûsa Koronaya nû (Kovid-19) ketiye, gîhîştîye 60an.
Herweha ji ber Vîrûsa Koronaya nû (Kovid-19) li Parîsê Mozexaneya Louvre hatiye girtin. Li Japonyayê qeyrana kirîna pêwîstiyên rojane derketine pêş. Li Îran, Îraq, Îtalya, Korya Başûr û gelek welatên din hejmara nexweşan her diçe bilindtir dibe.
Herweha li gor daneyen li ber dest heta niha 87,000 kes li seranserî cîhanê nexweş ketine û nêzîkî 3,000 kes mirine. (AS/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji AA, dengêamerîkayê û rûdawê berhev kiriye