Li Îranê Serokê Eniya Reformê Azer Mansurî hate desteserkirin
Serokê Eniya Reformê Azer Mansurî li Îranê bi tohmeta ”helwesta li dijî destûra bingehîn” hate desteserkirin.
Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê, Serokê Eniya Reformê Azer Mansurî desteser kir.
Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi tohmeta “helwesta li dijî destûra bingehîn” derbarê Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye desteserkirin.
Artêşa Muhafizên Şoreşê, Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê desteser kir.
Rayedaran, îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.
Azer Mansurî, piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû serokê giştî yê eniyê.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.