Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îranê “polîsên exlaqparêz” wê piştî 25ê Tîrmehê careke din li seranserê welêt, dest bi erka xwe bike.
Beşa “polîsên exlaqparêz” a bi navê “Dewriyeyên Îrşadê” piştî ku polîsan di 16ê Îlona 2022yan de Jîna Mahsa Amînî qetil kir û xwenîşandan destpê kirin, di Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de, nema kar kiribû.
Li gorî nûçeyên ku medyaya fermî ya Îranê weşandine, berdevkê rêxistina polîsan a bi navê Farajayê Saeed Montezerolmahdiyî daxuyaniyek daye. Montezerolmahdiyî gotiye, “polîsê exlaqparêz” pêşiyê wê wan jinan hişyar bikin ku ne li gorî rêzikên sergirtinê tevdigerin û paşê wê dest bi desteserkirina wan bikin.
Piştî vê daxuyaniyê di serî de li paytext Tehranê, li hin bajaran “polîsên exlaqparêz” ên jin û mêr di wesatiyên xwe yên nîşankirî de hatine dîtin. Li gorî zanyariyan, biryar wê beriya 25ê Tîrmehê li seranserê welêt bikeve meriyetê.
Jul 14 - Tehran, #Iran
— Iran News Wire (@IranNW) July 15, 2023
Reports say the regime's morality police have once again started to violently arrest women who refuse to follow its compulsory hijab laws.
The last round of protests in #IranRevolution started after #MahsaAmini was killed by the morality police. pic.twitter.com/kaMoMXuqBQ
Iran News Wire-ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmen weşandiye û tê de xuya dike ku polîsên navborî, jineke ne li gorî rêzikan serê xwe girê daye desteser dikin. (NT/FD)