Di salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymaniyî de, li nêzîkî gora wî, du caran teqîn pêk hat.
Televîzyona Dewletê ya Îranê ragihand ku teqîn li bajarê Kîrmanê, li nêzîkî Mizgefta Sehab el-Zamanê, di dema merasîma bibiranînê de pêk hat û bi kêmanî 20 kes mirin.
Derbarê Qasim Sulemaniyî de
Di 3yê Kanûna Paşiye ya 2020an de Wezareta Perwerdeyê ya Amerîkayê (Pentagon) aşkere kiribû ku wan fermandarên Heşda Şebî ya li Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê kirine hedef. Di encama vê êrîşê de Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Suleymanî û Fermandarê Heşda Şebî Ebû Mehdî el Muhendisî hatine kuştin.
Suleymanî di 11ê Adara 1957an de li bajarê Raborê yê eyaleta Kîrmanê ji dayik bûye.
Beşdarî nav Artêşa Pasdarên Îranê bû ku di sala 1979an de piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ev artêş ava bûye.
Di sala 1998an de piştî Ahmed Wahidiyî bû Fermandarê Hêza Qudsê Pasdarên Îranê.
Piştî şerê Sûriyeyê, li Sûriyeyê fermadariya hêzên Îranê bû. (RT/FD)