Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Hengawê raporek amade kiriye û hejmara kesên ku piştî kuştina Mahsa Amînî di xwenîşandanan de birîndar bûne û hatine desteserkirin, weşandiye.
Li Îranê, "polîsên exlaqperestiyê" Mahsa Amînî desteser kiribû û ew li qereqolê ketibû komayê. Paşê jî can dabû.
Li gorî rapora Hengawê, li Seqiz û Senendejê li dijî kuştina Amîniyê xwepêşandan pêk hatine. Di dema van xwepêşandanan de polîsan êrîşî xwenîşanderan kirine û 38 kes birîndar kirine, 13 kes jî desteser kirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku roja yekşemê di encama êrişên hêzên taybet ên rejîmê de 33 kes birîndar bûn û ji birîndaran rewşa 5 kesan giran e û niha li nexweşxaneyên Tebrîzê tên dermankirin. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku guleyên plastîkê li çavên Persa Sehat a 23 salî, Nêçîrvan Marufî yê 18 salî û Kîan Derakşan ketine û niha ew kes tên dermankirin.
Bi domdarî hatiye gotin ku 14 kesên duh (18ê Îlonê) di çalakiyên Seqizê de birîndar bûne, birine Nexweşxaneya Shafayê û tevî birîndariya xwe jî rastî tacîzên hêzên ewlekariyê hatine û ew ketine rapirsîna hezên ewlekirayê. Her wiha hatiye ragihandin ku zext li nexweşxaneyan tê kirin ku hejmara birîndaran û rewşa wan a tendurisiyê parve nekin.
Zarok hatine girtin
Li gorî raporên nexweşxaneyê ku Hengawê bi dest xistine, di çalakiyên duh ên li Senendejê de 3 kes bi çeka cifte ya polîsan birîndar bûne û yek jê 14 salî, 2 keçên ciwan jî bi copan hatin derbkirin. Li gorî agahiyên ji hêla Hengawê ve hatine piştrastkirin; li Senendejê heta niha 8 kes ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. Ji kesên hatin girtin navên çend kesan ev in: "Arîan Majîdzadeh (17), Mîdîa Rahîmî (17), Ahwan Houshmand, Kamyar Heydari û Bahram Dîdar."
Bi rêya telefonan gefan dixwin
Di heman demê de Hengawê daye zanîn ku hêzên ewlekariyê li bajarên Senendej û Seqizê telefonî gelek çalakvanên kurd dikin, wan tacîz dikin û gefa girtinê li wan dixwin. Li gorî raporê, ji van kesan re tê gotin ku tev li çalakiyan nebin û li ser medyaya civakî jî derheqê greva giştî ya ji bo mirina Amînî dê li eyaleta Kurdistanê bê lidarxistin parve nekin.
Greva giştî wê îro destpê bike
Partiyên kurd li Îranê, bi mebesta protestokirina qetilkirina Mahsa Amînî ji hêla hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve, bang kiribûn ku di 19ê Îlonê de greva giştî destpê bikin. (SD/FD)