Xwenîşandanên li Londonê. (Fotograf: Raşid Necati Aslım / AA)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwenîşandanên piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê li Îranê destpêkiribûn, dewam dikin.
Piştî ku "Polîsên exlaqparêz" Jîna Mahsa Amînî desteser kirin, Amînî miribû û li seranserê Îranê xwenîşandan destpêkiribûn.
Hêzên ewlehiyê hewl didin ku xwenîşandanan bi tundiyê bitepisînin û di encamê de hejmara miriyan her diçe zêde dibe.
Li gorî daneyên nû yên Ajansa Nûçeyan a Mafparêzan (HRANA) îro weşandine, ji 16ê Îlona 2022yê, roja kuştina Jîna Mahsa Amîniyê heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2023yê, di xwenîşandanan de 69 jê zarok, 512 xwenîşandar mirine.
Di heman demê de 67 "hêzên rejîmê" jî mirine û HRNAyê diyar kiriye ku 19 hezar û 204 kes heta niha hatine desteserkirin an jî girtin. Li gorî heman daneyan, 683 ji van, xwendekar in.
Ajansê destnîşan kiriye ku heta îro li welêt hezar û 234 caran xwenîşandan hatine kirin. Her weha 667 kes bi sedema têkiiya wan bi çalakiyan heye hatine cezakirin û çalakî li 144 zanîngehan dewam dikin. .
"Peyamên hişyariyê dişînin"
Her çend di Kanûna Paşiyê de medyayê di nûçeyên xwe de gotibû wê saziya "polîsên exlaqparêz" bê girtin jî li gorî nûçeyên medyaya dewletê ya Îranê diweşînin, hewldanên zexmkirinê yên ji bo bikaranîna serpoşan, dewam dikin. "Polîsên exlaqparêz" li Îranê bikaranîna serpoşan kontrol dikin.
Ajansa nûçeyan a Farsê di 1ê Kanûna Paşiyê de nûçeyek weşandiye ku spartiye çavkaniyekî polîsan ê nexwestiye navê xwe bibêje. Li gorî vê nûçeyê, "qonaxeke nû ya planeke ji bo bikaranîna serpoşan li seranserê welêt hatiye sepandin."
Li gorî vê rewşê, careke din kurtepeyamên hişyariyê dişînin xwediyên wesayitan yên ne li gorî sepandina serpoşan tevdigerin.
Ajansa Anadolûyê (AA) di nûçeyeke xwe de gotiye ku ji xwediyên wesayitan re peyaman dişînin û tê de dibêjin, "Hatiye dîtin ku te di wesatiya xwe de bikaranîna serpoşê binpê kiriye." Ev peyam ji Îlona 2022yê û vir ve nedihat şandin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Farsê jî gelek welatiyan ev zanyarî piştrast kiriye. (SD/FD)