Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê de 6 hezar û 961 kes mirine.
HRANAyê îro di raporekê de hûrgiliyên ziyanên canî yên xwepêşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn belav kirin. Xwepêşandan di roja 43em de didomin.
Li gorî daneyên ajansê, kuştina 6 hezar û 961 kesan hatiye piştrastkirin ku 207 ji wan zarok in û temenê wan di 18an de ye.
11 hezar û 21 kes birîndar bûne
Her weha 214 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne û 64 kes jî xwepêşander nebûn ango sivîl bûn.
Li gorî raporê, 11 hezar û 22 welatiyên sivîl birîndar bûne, 51 hezar 591 kes hatine desteserkirin yan jî îfadeya wan hatiye standin. Di nava van de 120 xwendekar hene. Her wiha hate diyarkirin ku dîmenên ‘’îtîrafa’’ bi darê zorê ya 331 kesan li ser medyaya dewletê hatine weşandin.
HRANAyê destnîşan kir ku ji bilî vê hejmarê, ew li ser kuştina 11 hezar û 730 kesên din jî lêkolînan dikin ku hîn nehatiye piştrastkirin.
Îşkence zêde bûne
Li aliyê din ji Rojhilat û Îranê 48 parêzeran bi daxuyaniyekê ragihand ku îşkenceyên rejîma Îranê yên li dijî girtiyan zêde dibin û raya giştî hişyar kir.
Zext, îşkence û komkujiyên rejîma Îranê yên li dijî çalakvan û girtiyan berdewam in. 48 parêzerên Kurd û Îranî têkildarî berdewamiya binpêkirinên yasayê ji aliyê Îranê ve ku li beramberî xwepêşanderên girtî pêk tîne, daxuyaniyek da û hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi hezaran welatiyên bêsûc di dema xwepêşandanan de hatine kuştin û wiha hate gotin: “Ev bûyer gelên Îranê xistiye di nava xemeke mezin de. Di van şert û mercan de serweriya yasayê û parastina mafên hemû welatiyan bi taybetî jî ya girtiyan gelek girîng e.”
Di dewama daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku li gorî destûr û peymanên navdewletî yên mafên mirovan, bendên yasaya dadweriya ceza, yasaya rêzgirtina li azadiyan mafekî xwezayî pêwîst û eşkere ye. Bi domdarî îşaret bi şêwazê dadgehkirina kesên di xwepêşandanan de hatine girtin û wiha hate gotin: “Di dema binçavkirinan de rê nayê dayîn kesê hatî desteserkirin li gel parêzerê xwe hevdîtinê bikin. Bêyî ku parêzerên kesên binçavkirî amade bin, di dadgehkirinek çend deqeyî de biryar li ser tên dayîn. Ev yek bûye karekî ji rêzê yê deshilatê.”
Di dewama daxuyaniya parêzeran de têkildarî rewşa girtiyan jî ev agahî hatin parvekirin: “Di girtîgehan de qerebalixiyek zêde heye, nexweşî belav dibin û girtî nayên dermankirin. Tûndî li beramberî girtiyan tên kirin. Di bin îşkenceyê de îfadeyên wan tên girtin û wan dişînin hucreyên yek kesî.”
Nasnameya 222 Kurdên hatine kuştin aşkere bû
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku nasnameyên 222 Kurdên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin hatine piştrastkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di raporeke xwe de nasnameya 222 xwepêşanderên Kurd ên bi destê hêzên rejîma Îranê di dema xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine qetilkirin, piştrast kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 222 xwepêşanderên Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin û nasnameyên wan eşkere bûne.
Her wiha hatiye diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji destdane li bajarên Kirmaşan, Îlam, Tehran, Elborz, Loristan, Xoresana Rezewî, Esfehan, Hormizgan û Xozistanê hatine tomarkirin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku nasname û zanyariyên gelek welatiyên din ên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, gihiştine destê wan û ew ji bo piştrastkirinê lêkolînan dikin.
(AY)

