Li Îranê îsal jî bi sedan kes hatin darvekirin. Ev yek rekora 35 salên dawî ne.
Dîrektorê Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Mehmûd Emîrî Muqedam ku navenda saziyê li Norwecê ye daxuyaniyek da AFP’ê û got:
“Tişta ku em bi awayekî teqez dizanin ew e ku hejmara darvekirinan ji 1,500î derbas bûye. Ev rekoreke. Ji dawiya salên 1980’yan ve ye yanî zêdetirî 35 salan e hejmara herî bilind ev e.”
Her wiha Mehmûd Emîrî diyar kir ku hê jî bi sedan bûyerên darvekirinê yên nehatine piştraskirin hene û anî ziman ku dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatî aşkerakirin zêdetir be.
Emîrî da zanîn ku hejmara bidarvekirinan piştî xwenîşandanên Îlona 2022yan (piştî kuştina Jîna Emîniyê) bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Di sala 2022an de zêdetirî 500 kes, di sala 2023an de zêdetirî 800 kes û di sala 2024an de 975 kes hatine darvekirin. Her weha di sala 2025an de jî hejmar derketiye 1500 kesî.
Mehmûd Emîrî Muqedem destnîşan kir û got:
"Desthilatdarên Îranê cezayê îdamê wekî amûrekê ji bo belavkirina tirsê bi kar tînin. Armanca wan rêlibergirtina derketina nerazîbûnên nû ye lê wekî tê dîtin di van rojan de bi ser neketine."
Di pevçûnên van çend rojên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de çend endamên hêzên ewlehiyê û welatî hatine kuştin û 27 kes jî hatine desteserkirin.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat, MA, Rûdaw

