Li Îranê di meha Gulanê de 142 kes hatine bidarvekirim
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di meha Gulana 2023an de rejîma Îranê 142 kes bi dar ve kiriye.
Her weha lo gorî heman rêxistinê ji kesên ku hatine darvekirin 31 jê Beluc, 22 Kurd, 9 Tirk û 6 jî Efxan in. Her wiha nasnameya 37 kesan jî nehatiye tespîtkirin.
Ji 142 kesên hatine bidarvekirin 6 jê ji ber sûcên siyasî, 83 jê ji ber sûcê tiryakê, 47 jê ji ber sûcê kuştinê, 4 jê ji ber sûcê destdirêjiyê, 2 jê ji ber sûcê qasibkariya mirovan û tawanbariyên nelirêtiyê hatine bidarvekirin.
Li gorî daneyan; hema beje ji her du rojan carekî 9 girtî hatine bidarvekirin. Ev rêjeye ji sala 2015an heta niha rêjeya herî bilind a bidarvekirina ne.
Di 5 mehên despêkê yên ên sala 2023an de li Îranê herî kêm 307 kes hatin bidarvekirin.
(AY)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê