Di xwepêşandan û nerazîbûnên duh û şevê din ên li Rojhilatê de 8 kesê din ku li bajarên Urmiye, Şino, Şahabad û Îlamê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin. Tevî wan kesan hejmara kesên ku heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê yên ji bo protestokirina kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî de 16 kesan can dane.
Xwepêşandanên ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî li Rojhilat û Îranê berdewam in û duh û şevê din li gelek bajarên Rojhilatê û Îranê xwepêşandan hatin lidarxsitin. Xwepêşandanên herî dijwar li rojhilatê bûne û gelek kuştî û birîndar hene.
Heta niha 16 kes hatine kuştin
Li bajarên Urmiye, Şino, Şah Abad û Îlamê herî kêm 8 kesên din hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, şeva 21ê Îlona 2022an li bajarê Şino yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve hêzeke ewlekariyê ya Îranê ku bi "Garda Taybet" tê naskirin, teqe li xwepêşanderên sivîl kiriye û di encamê de 3 kes hatine kuştin.
Çavkaniyên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, li Şinoyê 3 kes bi navên Sedredîn Lîtanî, Emîn Meirûfî yê 16 salî û Mîlan Heqîqî di encama gulebarana hêzên Îranê de mirine.
Li Urmiyê li taxa "Balo"yê jî hêzên emnî yên Îranê xwepêşander dorpêç kirin û gulle berdan wan, di encamê de 3 kes bi navên Daniş Rehnema, Ebdullah Mihemedpûr û Ramîn Ebdullahpûr mirine.
Li gor agahiyên Rûdawê, destpêkê di teqeya hêzên Îranê de kesekî dimire û 2 kes jî birîndar bûne, paşê her du birîndar jî mirine
Xelkê bajarê Îlam a Rojhilatê jî di pêncemîn roja xwepêşandanan de derketin kolanan. Li gor zanyariyan li Îlamê kesek bi navê Muhsin Qeyserî miriye.
Herwiha li bajarê Şah Abad a parêzgeha Kirmaşanê jî kesek bi navê Seîd Mihemedî di xwepêşandanên şeva derbasbûyî de miriye.
Li Pîranşar bajarê Urmiyê jî 4 kes birîndar bûne.
Rejîmê înternet qut kiriye
Bi qetilkirina 8 kesên din ve hejmara kesên ku ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha li Rojhilatê mirine, gihîştiye 16 kesan.
Di rojên destpêkê de 8 kes li bajarên Dêwelan, Dîwandere, Seqiz, Kirmaşan, Urmiye û Pîranşarê hatibûn qetilkirin.
Herwiha li gorî agahiyan heta niha li 80 bajarên Îran û Rojhilatê xwepêşandan ji aliyê welatiyan ve birêve diçin. Hukumeta Iranê li hin bajaran înternet sînordar kiriye û li hin bajaran jî bi temamî qut kiriye.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw