* Fotograf: gaystarnews.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê roja yekşemê (4ê Îlonê) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku Komara Îslamî ya Îranê bi îdiaya hewesa hevzayendîtiyê di nava civakê de belav dikin, du çalakvanên LGBTI+ bi cezayê darvekirinê ceza kiriye.
Hengaw rêxistineke civaka sivîl a kurdan û li Îranê raporan derbarê binpêkirinên mafên mirovan de amade dike. Li gorî vê rêxistinê, “Cezayê darvekirinê dane çalakvanên civaka LGBTI+an, Zahra Seddighi ya 31 salî ya Nakadehî û Elham Choobdara 24ê ya Ûrmiyeyî.”
Di daxuyaniyê de Hengawê diyar kiriye ku bi îdiaya “li ser rûyê erde fesadiyê belav dikin” Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê, ceza li wan kesan biriye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, gotiye ku biryar di nava çend rojên derbasbûyî de li Qawîşa Jinan a Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê ji wan re ragihandine.
Homosexual rights activists #Zahra_Seddighi (31) and #Elham_Choobdar (24) have been sentenced to death. pic.twitter.com/SvlGYUGjYU
— 1500tasvir_en (@1500tasvir_en) September 4, 2022
Çavkaniya nûçeyan a îranî ya serbixwe “1500tasvir”ê jî biryara hatiye standin, piştrast kiriye.
Yek ji çalakvana ku dadgehê biryara darvekirinê ji bo wê daye Seddighi ye. Seddighiyê gotiye: "Em ji bo hestên xwe jiyana xwe dixin nava xetereyê, lê dîsa jî em ê xwebûna xwe ya rast bidest bixin." (TY/FD)