Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk derbarê cezayên darvekirinê yên ji ber protestoyên ku bi mirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê dest pê kiribûn de daxuyaniyek daye.
Volker Turk di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotiye ku hikûmeta Îranê ji bo cezakirina kesên beşdarî xwepêşandanan bûne û jinavbirina muxalefeta lêpirsînên cezê weke çek bikartîne. Ev jî li dijî hiqûqa mafên mirovan a navdewletiye.
Turk bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên ji bo çalakiyan hatin dayîn daye û gotiye ku 4 kes di vê çarçoveyê de hatine îdamkirin.
Turk bang li hikûmeta Îranê kiriye ku rêz li can û daxwazên gelê xwe bigire û hemû darvekirinan rawestîne.
Xwepêşandanên ku di 13ê Îlona 2022an de bi mirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê dest pê kiribûn,dewam dikin.
Li Iranê ku heta niha 4 kes ji ber protestoyan hatine darvekirin. Her weha dadgehê cezayê dardakirinê li xwepêşanderekî din jî biriye.
Li gor nûçeya ku Ajansa Anadolûyê (AA) li Ajansa Nûçeyan a Mizanê ku ser bi Dezgeha Dadweriya Îranê ve ye girtiye, Cevad Ruhî ku li Dadgeha Şoreşê ya bajarê Mazenderan a Îranê tê darizandin, "Di xwepêşandanên navçeya Novşehrê de kiryarên giran ên sûc kiriye."
Dadgeha Şoreşê ya Iranê ji ber van kiryaran cezayê darvekirinê li Cevad Rûhî biriye.(SD/AY)