Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tehranê, paytexta Îranê, di 6ê Hezîranê de Şûbeya Zanîngehê yê bankeya dewletê ya bi navê Bank Meliyê şelandine. Di dema şelandinê de 162 kaseyên kirêkirî hatine dizîn.
Dizan dîwarê avahiya li kêleka bankeyê qul kirine û dizî kirine. Midûr û alîkarî midurî yê şûbeya navborî bi sedema ku ihmalkarî kirine, ji kar hatin dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîna yasayî dane destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê, dema diz ketine nava bankeyê, sîstema alarmê bi rêya telefona mobile midûrî şûbeyê hişyar kiriye. Lê hatiye îdiakirin ku bi mehneya “sîstemê berê hişyariya şaş daye”, midûrî guh li wê nedaye.
Welatiyên ku kaseyên wan ên kirêkirî hatine dizîn, ji bo ziyana wan were qerebûkirin, xwenîşandaneke protestoyî li dar xistiye.
Welatî li ber avahiya bankeyê kom bûne û rayedarên bankeyê protesto kirine. Çalakgeran li ser hev slogan berz kirine û hêzên asayişê midaxeleyî wan kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber a Bank Melliyê Hesen Monîsanî di 7ê Hezîranê de daxuyaniyek dabû û derbarê diziyê de hin zanyarî dabûn. Monîsanî gotibû ku ji 250 kaseyên kirêkirî, dizan 162 jê şikandine û tiştên di nava wan de birine.
Monîsanî diyar kiribû ku "Bank Melli wê ziyana hemû mexdûran di bin çavdêriya saziyên yasayî de bide.” (SD/FD)