Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li Îranê înternet careke din hatiye, dîmenîn nû yên xwenîşandanan li sermedyaya civakî hatine parvekirin.
Piştî ku înternet li Îranê hatibû qutkirin, civaka navnetewî dikarîbû tenê ji televizyonên dewletê yên Îranê bûyeran bişopînin.
Piştî astengiya li ser înternetê rabûye dîmenên amator li ser medyaya civakî hatine belavkirin.
Li gorî nûçeya Euronewsê, vîdeoyek hatiye belavkirin ku li Şîrazê hatiye kişandin. Di vîdeoyê de dengê guleyan û belavbûna xwenîşandaran xuya dibe.
Besîc tundkariyê dikin
Di vîdeoyeke din de tê çalakvanên avahiyan dişewitînin û hêzên ewlehiyê yên çalakvanan belav dikin tên dîtin ku li Kermanê hatiye kişandin.
Li Kermanşahê jî di vîdeoyekê de tê dîtin ku besîc bi biviran êrîşî xwenîşandaran dikin û tundkariyê li wan dikin.
Let the whole world see, they cut the internet in #Iran and how many #murders they did
— Mir Hossein Seyyed Cheraghi (@MirHSCh) November 24, 2019
Appeasement of this #terrorist regime is an absolute disgrace in the face of #humanity and #human_rights#IranProtests pic.twitter.com/MD5dGd1QfB
(PT/FD)