Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li dersdêra kurdî hat birîn
Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li dersdêra zimanê kurdî Soma Pur Muhammedî hat birin.
![Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li dersdêra kurdî hat birîn](https://static.bianet.org/haber/2024/04/21/iran-da-kurtce-ogretmenine-10-yil-hapis.jpg)
Dadgeha Şoreşê ya Îranê li bajarê Sineyê dersdêra zimanê kurdî Soma Pur Muhammedî ji wezîfeyê girt û 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Soma Pur Muhammedî endama Lijneya Rêveber a Meclisa Nûjînê ye. Rejîma Îranê Muhammediyê bi îdiaya ku “Kom û rêxistinên zirarê didin ewlehiya Îranê birêxistin dike” tawanbar dike.
Her weha pêştir jî bi îdiaya ku “zirar gihandiye ewlehiya giştî” salek cezayê girtîgehê li Soma Pur Muhammedî hatibû birîn.
(AD/AY)