Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Komeleya Mafên Penaberan a Navnetewî derbarê wan bûyerên êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye ku li Îkîteliya Stenbolê bi îdiaya tacîz li hinekan kirine, êrîşî penaberên ji Sûriyeyê hatibû kirin.
Li taxa Îkîteliyê ya navçeya Kuçukçekmeyeceyê, hatibû îdiakirin ku esnafekî gotiye sûriyeyiyan “keça wî ya biçûk tacîz kirine” û piştî ev îdia belav bûbû, êrîş biribûn ser penaberên ji Sûriyeyê.
“Îdîa ne rast in”
Komeleyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
* Di serî de divê bê gotin ku ti bûyereke tacîz an jî tecawizê nebûye.
* Bûyera ku ragihandine bal midûriyeta emniyetê ya Kuçukçekmeeceyê ji ber şaşfamkirina du zarokên di temenê hev de derketiye. Malbata navborî gotiye ku wan giliyê ti kesî nekiriye. (Daxuyaniya Walîtiya Stenbolê)
* Ji ber parvekirinên ne rast, ziyan gihîştiye mal û milkên sûriyeyiyan. Digel ku bûyera tacîzê nebû, mal û kargeh bi neheqî hatine rûxandin.
* Bûyera ku hatiye îdiakirin di encamê de kese miriye, ne bûyera wê demê ye. Di demên berê de qewimî ye û dîmen jî ne yên wê bûyerê ne. Di dema bûyeran de kesî ti kes nekuştiye.
* Hesabên ku li ser medyaya civakî bûyer belav kirine û xwestine di nava gel de kîndarî û dijminahî çêbibin, ne bi navên rast, lê bi nasnavan hatine vekirin. Hêzên asayişê lêkolînên xwe li ser van hesaban berdewam dikin.
Walîtiyê aşkere kiribû
Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek weşandibû û gotibû, “li gorî gotinên şahidan, zaroka ku tê îdiakirin mexdûr bûye û malbata wê diyar kirine ku ‘ji ber şaşfamkirinê bûyer derketiye û ew giliyê ti kesî nakin’. Derbarê bûyerê de lêkolîna îdarî û ya edlî berdewam dikin”. (EMK/FD)
* Fotograf: marksist.org