Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) aşkere kiriye ku karwana Artêşa tirkan, “ji bo alîkariya hêzên mixalif ên li dijî rêveberiya Şamê şer dikin” ketiye bakurê rojavayê Sûriyeyê.
Li gorî nûçeyê karwan ji 28 wesayitan pêk tê û cebilxane barkirî bûne.
Cihê ku ajansê gotiye Artêşa tirkan ketiyê, bajarokê Xan Şeyhûna bi ser eyaleta Idlibê ve girêdayî ye.
Karwana Artêşa tirkan ber bi baregeha Morekê ve diçû ku yek ji xalên çavdêriyê ye.
Wezareta Berevaniyê: 3 sivîl mirine
Wezareta Berevaniyê ya Milî daxuyaniyek belav kiriye û gotiye: “Êrîşa hewayî birine ser karwaneke me ku diçûn 9em Xala me ya Çavdêriyê. Di encamê de 3 sivîl mirine, 12 sivîl jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Rûsya hatiye agahtarkirin”:
“19ê Tebaxa 2019ê roja înê saet di 05.30 deqîqeyan de, Federasyona Rûsyayê hatiye agahdarkirin û şandina hêzê ji bo herêmê dest pê kiriye.
“Di dema şandina karwanê de saet 08.55ê êrîşeke hewayî pêk hatiye. Di encamê de 3 sivîl mirine û 12 sivîl birîndar bûne.
“Em vê êrîşa ku li dijî peymanên heyî û hevkarî û diyaloga di navbera me û Federasyona Rûsyayê de ye bi tundî şermezar dikin, bi şertê ku mafên xwe yên parastina rewa veşartî biparêzin, ji bo careke din pêk neyê em li bende ne ku terbîrên hewce zû bi zû bên wergirtin.”
Di vê navberê de hatiye diyarkirin ku balafirên Sûriyeyê êrîşa hewayî biriye ser mixalifên rêbertî ji vê karwanê re dikir.
Rayedarekî ji Wezareta Karûbarên Derve yê Sûriyeyê ji SANAyê re diyar kiriye ku “Êv êrîşkarî wê bandorê li biryardariya Artêşa Sûriyeyê neke ku li Idlib û cihên din dixwaze bermahiyên terorîstan tune bike.”
Rayedaran her weha diyar kiriye ku, “Sûriye bi awayekî tund dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar dike û rejîma Tirkiyeyê berpirsiyarê binpêkirina hiqûqa navnetewî, serwerî û yekîtiya xaka Sûriyeyê dibîne.”
Rûsyayê derbarê “Rojhilatê Feratê” de daxuyanî daye
Maria Zaxarova, Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê beriya sê rojan derbarê daxuyaniya Erdoganî yên ji bo “operasyona rojhilatê Firatê” de axivî bû û gotibû: “Ji bo hemû xebatên dijterorê yên li Sûriyeyê divê destûr ji Şamê bê standin.”
Zaxarovayê destnîşan kiribû ku biryar û kiryarên ji derveyî vê wê were maneya binpêkirina serweriyê. (PT/FD)