Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Idlibê, li herêmên nêzîkî Helebê Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) û Heyet Tahrir el-Şam(HTŞ) ji duhî ve şerê hev dikin. 100 kes mirine.
Tirkiye piştgiriya ASAyê dike, hêza ASAyê ya li wê derê şerî dike bi navê Çepera Rizgariya Neteweyî ye.
Li gor daxuyaniya SOHRê(Mala Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Sûriyeyê) 8 kesên mirîn sivîl bûne.
Li gor nûçeyeka Al Jazeerayê şer li nêzîkî kampa Zamzamê bûye. SOHRê daye zanîn ku zerer li çadiran bûye.
“Rûsya mecbûr e aliyekê hilbijêre”
Fermandarê teqawîtbûyî yê Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Albay Douglas MacGregorî daye zanîn ku piştî Amerîka ji Sûriyeyê derketî Rûsya ketiye rewşeka welê de ku mecbûr e ji aliyên mitefiqên xwe yekê hilbijêre.
(PT)
Çavkanî: Middle East Eye, Washington Post, FOX.
Wêne: Union News