Fotograf: İbrahim Khatib / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku li Idlibê hêzên bi ser artêşa Sûriyeyê ve guleyên topê avêtine. Di encama topbaranê de çar leşker mirine, yek jê giran neh leşker jî birîndar bûne.
Wezaretê di nava rojê de zanyariyeke nû belav kir û diyar kir ku leşkerek û karmendekî sivîl ên birîndar mirine.
Li gorî vê daxuyaniyê, di encama topbaranê de 5 leşker û karmendekî sivîl mirine. 7 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, topbaran li ser wan hêzan pêk hatiye ku diçûn herêmên berî li pevçûnan bigirin. Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku cihên diçûnê ji berê de hatine koordînekirin lê hêzên bi ser Artêşa Sûriyeyê, guleyên topê avêtine wir.
Daxuyaniyê wiha dewam kiriye: "Ji ber avêtina topan 4 eskerên me şehîd bûn, 9 eskerên me jî birîndar bûn. Hedefên li herêmê bi saya hêzên me va hatin tespîtkirin û bersiv hat dayîn, hedef hatin wêrankirin. Geşedan tên şopandin û tevdîrên hewce dikin jî tên standin.” (HA/FD)