Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Idlîbê êrîş li çepera çavdêriyê ya TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirk) hatiye kirin di êrîşê de leşkerek miriye, pênc leşker û karmendekê sivîl birîndar bûne. Duhî jî leşkerek û karmendekê sivîl miribûn.
TSKyê eşkere kir êrîşa li Idlîbê li çepera çavdêriyê ya 6ê hatiye kirin.
Di operasyona li ser Efrînê de, Teymenê peyade yê 32 salî, Ahmet Aktepe miriye. Termê wî dê sibeyê li Erziromê bê binaxkirin.
Berdevkê hikûmetê Bekir Bozdagî eşkere kiribû heta niho ji artêşa Tirkiyeyê 13 leşker mirine 39 leşker birîndar bûne. Ji Artêşa Sûriyeya Azad jî 30 çekdar mirinae 158 çekdar birîndar bûne.(AS/MB)