Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Aralikê ya Îdirê, di saetên sibehê de êrîşeke bi roketan û çekên lûledirêj li ser Qereqola Şehit Bulent Aydin çêbûye. Qereqol li ser sînorê Îranê ye. Di encama êrîşê de leşkerek miriye, du leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Îdirê, PKKyiyên li ser sînorê Îranê derbas dibûn, êrîş kirine. Paşê jî pevçûn qewimî ye. Li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye, li cihê bûyerê, cesedê PKKyiyekî hatiye dîtin.
28ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê jî êrîşeke bi roketan li ser heman qereqolê çebûbû û leşkerek ji lingê xwe birîndar bûbû.
1ê Kanûna Paşiyê (Rebendan) ya 2019ê jî êrîşek li ser Qereqola Kurtomer ya li ser sînorê Îranê çêbûbû û leşkerek bi sivikî birîndar bûbû.
25ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê jî li navçeya Aralikê wesayitek zirxpoş a leşkerî qelibî bû û di encamê de leşkerek miribû. (AS/FD)
* Foto: Ajansa Anadolûyê