Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hondûras ku welatê Amerîkaya Navîn e di bûyera ku li girtîgeha jinan de derketiye 41 girtiyên jin mirine.
Li gorî nûçeya AAye ku ji rojnameya La Prensa ya Hondurasê wergirtiye, li bajaroka Tamara ya serbi paytext Tegucigalpayê ye di girtîgeha jinan de şer û pevçûn derketiye.
Di bûyeran de 25 jin bi şewitandinê û 16 jin jî bi çekan hatin qetilkirin.
Ji ber pevçûna di navbera çeteyên Mara Salvatrucha û Barrio 18ê de gelek hêzên ewlekariyê sewqî girtîgehê hatine kirin.
Cîgira Wezîrê Ewlekariyê Julissa Villanueva di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kiriye ku li girtîgehê "Rewşa Awarte" hatiye ragihandin û wiha gotiye: "Min fermana mudaxeleya herî tund a girtîgeha jinan a Tamarayê da. Em rê nadin çalakî û bêserûberiyên di vê girtîgehê de ne."
(AS/AY)