Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji 300ê zêde jinên li sektora sînemayê kar dikin, li dijî tacizê kampanyayeka bi navê Time’s Up(Wext temam bû) da dest pê kirin.
BITIKÎNE - Raporên tûndkariya mêran
Di nav jinên navdar ên sînemager de kesên wek Cate Blancheet, Emma Stone, Eva Longoria, Natalie Portman ku wan kampanya daye dest pê kirin.
#TIMESUP on abuse, harassment, & assault. #TIMESUP on oppression & marginalization. #TIMESUP on misrepresentation & underrepresentation. Sign the solidarity letter & donate to the @TIMESUPNW Legal Defense Fund: https://t.co/bAZkoLV9oy pic.twitter.com/ZP9q0f761j
— Tracee Ellis Ross (@TraceeEllisRoss) 1 Ocak 2018
Ji bo kampanyayê di gava yekem de 13 Milyon Dolar hatin komkirin. Armanc komkirina 15 Milyon Dolaran e.
Pereyên têne komkirin dê ji bo piştgiriya wan jin û mêran bê bikarhînan ku ew li kargehan têne tacizkirin.
Di destpêkê de ji bo wan kesên cotkariyê dikin, li fabrîqe û malan kar dikin û pereyên wan kêm in arîkarî dê bê kirin.
(PT/MB)