Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Leonne Zeegers kesa interseks, li Hollandayê di têkoşîna hiqûqî de bi ser ketiye û bû ye yekem kes ku di pasaporta standiye de zayend nayê nivîsandin.
Zeegers 57 salî ye û berê karê hemşîretiyê kiriye. Bi endamên genîtal ên mêran ji dayik bûye. Piştî operasyona guncaniya laşî, sala 2001ê nasnameya jinan standiye. Lê Zeegers xwe weke jin an jî mêr bi nav nake û ji bo di nasnameya wê de “jin” an jî “mêr” nenivîse, serî li dadgehê dabû.
Doz Hezîrana 2018ê bi dawî bûye û dadgehê daxwaza Zeegers kiriye ku xwe weke insetseks bi nav bike. Her weha biryar girtiye ku di belgeyên fermî de nivîsandina zayendan a weke jin an jî mêr, binpêkirina jiyana taybet, otonomî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye.
Zeegers ji Guardinê re axivî ye û gotiye: “Ez car caran xwe weke mêran car caran jî weke jinan dibînim. Carna jî xwe weke tiştekî nahesibînim.”
Di pasaporta ku dane Zeegers de beşa zayendê heye lê li şûna M (mêr) an jî Vyê (jin), tîpa Xê heye.
Li gorî nûçeya BBCyê, ji sedî 4ê Hollandiyan xwe weke jin an jî mêr nabînin.
Li hin welatên din jî ev maf heye
Li Arjantin, Avusturalya, Kanada, Danimarka, Hindistan, Malta, Nepay, Zelandaya Nû û Pakistanê ne mecbûrî ye ku di belgeyên fermî de tenê jin an jî mêr bê nivîsandin. Li hin welatan li gel van her du yan “zayenda sêyem” an jî “yên din” tê nivîsandin. Li hin welatan jî ev der vala dimîne.
Çalakvanên Ingîltereyê di Hezîrana 2018ê de ji bo di belgeyên fermî de li şûna zayendê tîpa Xê bê nivîsandin doz vekiribûn, lê daxwaza wan nehatibû qebûlkirin. (ÇT/FD)