Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hindistanê dadgehê biryar girtiye wê yasayê betal bike ku hevzayendên pev şa dibûn li gorî vê yasayê bi 10 sal cezayê girtîgehê dihatin cezakirin.
Xala 377ê a Qanûna Cezayan a Hindistanê pevşabûna hevzayendan “pevşabûneke li dijî qanûnên xwezayê dibîne” û 10 sal cezayê girtîgehê dide hevzayendên bi hev şa dibin.
Dansvan û çalakvana mafên LGBTIyan Navtej Singh Johar, rojnameger Sunil Mehra, aşpêj Ritu Dalmia, karsaz Ayesha Kapur û Aman Nath ji bo rakirina vê yasayê doz vekiribûn ku ev panûn ji dema mêtingeriya Ingilîzan maye. Piştî ku van navan doz vekirin 26 çalakvanên din jî beşdarî wan bûbûn.
Di encama vê dozê de Dadgeha Bilind biryar girtiye ku pevşabûna hevzayendan ne sûc e.
Sala 2004 hatibû redkirin
LGBTIyan sala 2004ê ji bo betalkirina vê qanûnê doz vekirine lê Dadgeha Bilinda li Delhiyê ev daxwaz qebûl nekiribû.
Sala 2009ê dadgeheke din a bilind serlêdan qebûl kiribû. Vê dadgehê biryar girtibû ku pevşabûna hevzayendan nabe “dijqanûnî” bê dîtin û ev cidaxwazî ye, tê wateya binpêkirina azadiyan û mafên bingehîn. Lê dadgeha berjortir ve biryar nepejirandibû û biryar girtibû ku “divê ew qanûn ne li dadgehan, lê li parlamentoyê bê betalkirin.”
Digel vê rewşê jî zêdetirî 10 salan e ku li Mûmbaî û Delhiye Nû Meşên Rûmetê çêdibin. Her weha Dadgeha Bilind sala 2014ê biryar girtibû ku di belgeyên fermî de di beşa zayendê de dikarin gotina “yên din” jî bê nivîsandin. (ÇT/FD)