Germa zêde ya ku li Hindistanê, bandorek neyînî li jiyanê dike.
Rayedarên eyaleta Odîşayê ya ku li rojhilatê wî welatî ye, ragihand ku di 72 saetên dawî de bi dehan kes bi giliyên germê bandor li tenduristiya wan kiriye serî li nexweşxaneyan dane.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber pêla germê ya li eyaletê 8 kes mirin û destnîşan kirin ku dê germahî zêde bibe.
Rayedaran hişyarî dan gel ku xwe ji germa zêde biparêzin.
Germahiya hewayê ji 50 pileyî derbas bû
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, rayedarên Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihandin ku li welêt heta niha pêla germahiyê ya herî dirêj tê jiyîn û li hin herêman germahî ji 50 pileyî derbas bûye.
Mrutyunjay Mohapatrayê ji Daîreya Meteorolojiyê ji rojnameya Indian Expressê re wiha gotiye: "Ev pêla germê ya herî demdirêj bû. Li herêmên cuda yên welêt ev nêzî 24 roj in germa zêde dewam dike."
Di 2ê Hezîranê de li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê ku termometre ji 49 pileyî jortir bû, 33 wezîfedarên hilbijartinê dema li ser kar bûn mirin.
Ji ber germa zêde li Biharê 6, li Racastanê jî 12 kes mirin. Li paytext Delhiya Nû di 29ê Gulanê de pileya herî bilind a germahiyê bi 52,9 pile hatibû tomarkirin.
(TY/AY)