Fotograf: RSF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Uttar Pradeshê, eyaleta Hindistanê hin êrîşkaran agir bera mala rojnameger Rakesh Singh, nûçegîhanê rojnameya Rashtriya Swaroopê ya li gundê Balrampurê dane. Rojnameger piştî şewatê, li Lucknowê, paytexta eyaletê rakirine nexweşxaneyê û di 28ê Çiriya Paşiyê de miriye.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bûyer ragihandiye û diyar kiriye ku sê kes çûne mala Singhî, aveke ku alkol tê de bûye li malê kirine û agir bera wê dane.
RSFyê her weha gotiye laşê rojnamegerî şevitî ye û li nexweşxaneyê can daye.
Singhî di rojnameya xwe de behsa îdiayên gendeliyê yên derbarê Sushila Devi, rêveberê herêmî kiriye ku li gorî wan îdiayan sazkirina panelên rojê jî tê de di gelek projeyan de gendelî kiriye.
Gotinên wî yên dawiyê: Bedela behskirina rastiyan e
Polîsan aşkere kiriye ku yek ji êrîşkaran Keshwananad Mishra, kurê Sushila Deviyî ye û her sê êrîşkaran berê jî rojnameger tacîz kirine.
Her sê êrîşkar jî piştî bûyerê bi sê rojan hatine girtin û li xwe mikur hatine.
Dem ali nexweşxaneyê bû hevalekî wî dîmenên Rakes Singhî li vîdeoyekê bar kiriye ku tê de wiha gotiye: “Bedela behskiran rastiyan e ev”
Beriya niha sê rojnameger hatibû kuştin
Li gorî daxuyaniya RSFyê îsal ji ber karê rojnamegeriyê li Hindistanê ji bilî Singhî, sê rojnameger hatine kuştin. Beriya niha Isravel Moses, Parag Bhuyan û Shubham Tripathi hatibûn kuştin.
Hindistan di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2020an a RSFyê de ji 180 welatan di rêza 142yan de ye. (HA/FD)