Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hîndistan yek ji wan welatane ku krîza îklîmê herî zêde bandor lê kiriye. Li wî welatî ji ber ku baran zêde bariye hezaz çêbûye û lehî rabûye. Her weha di encamê de 11 kes mirin e.
Rayedarên herêma Dîma Hasaoya serbi eyaleta Assama Hindistanê ragihandine ku hin îstasyonên trêna ji ber lehiyê hatine girtin. Rê û pire hatine girtin û bi nêzîkî 200 hezar kesî re têkilî qut bûye.
Artêşê ji bo alikariyê bide xebatên rizgarkirinê helikopter şandiye.
700 gund di bin avê de mane
Ajansa Rêvebiriya Karesatan ya Eyaletê diyar kiriye ku nêzîkî 700 gund di bin avê de mane. Yekîneya Meteorolojiya Hîndistanê pêşbînî kiriye ku wê di 4 rojên bê de li herêmê zêde baran bibare.
Di sala 2020an de li eyaleta Uttarkanda Hîndistanê ji ber lehîyan nêzîkî 200 kes miribûn û gelek mal li ber avê ketibû û hilweşiya bû.
Di sala 2013an de jî ji ber lehiyan bi hezaran kes miribûn.
(TY/AY)