Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bakurê Hindistanê ji ber barana zêde, lehî û hezaz çêbûye. Di encamê de zêdeyî 50 kes mirin e.
Li gor nûçeya rojnameya The Times of Indiayê li bakurê welêt li eyaleta Hîmaçal Pradeşê baran û bayê zêde bi bandor didome.
Bandora lehiyan li 75 hezar kesî bûye.
Serokwezîrê Himaçal Pradeşê Sukhvinder Singh Sukhu di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de diyar kiriye ku di 24 saetên dawî de li eyaletê zêdeyî 50 kes mirin e û zêdetirî 20 kes jî asê mane.
Rayedaran ji bo barana zêde hişyarî dane welatiyan ku xwe ji qeraxên çem dûr bixin.
Navenda Operasyonên Lezgîn a dewletê ragihandiye ku li eyaletê ji ber lehiyê 752 rê hatine girtin.
(AS/AY)