Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh(18ê Çiriyê Pêşiyê) li Bakurê Qibrisê duyem tûra hilbijartinên serokomariyê pêk hatiye. Li gor encamên nefermî Serokwezîr Ersîn Tatar bi ser ketiye û bûye serokomarê wî welatî.
Dengdayîn di saet 08.00an de destpêkiriye û di saet 18.00an de bi dawî bûye û hijmartina dengan destpêkiriye.
Di tûra duyem a hilbijartinên serokomariyê de hilbijartin di navbera Serokwezîr Ersîn Tatar, namzetê Partiya Yekitiya Neteweyî(UBP) û Serokomar Mûstafa Akinci, namzetê serbixwe de derbas bûye.
Li gorî encamên ne fermî Tatarî ji dengan sedî 51,74(67 hezar û 385) û Akiciyî jî ji sedî 48,26(62 hezar û 858) deng bi dest xistiye.
Li gorî van êncamê Ersîn Tatarî bûye 5em Serokomarê Bakurê Qibrisê.(TP/AY)